MALBATA BÊRÎVANÊ

Bersiva pirsan binivîse.Kîjan altirnatîf rast e!

li ser bersiva rast bitikîne!

MALBATA BÊRÎVANÊ

 


Malbat ji dê, bav û zarokan pêk tê. Lê malbatên piçûktir yan jî mezintir jî hene.
Malbata Bêrîvanê ji pênc kesan pêk tê; dayê, bavo û sê zarok.

Ew gava ku serê sibehan ji xewê radibin, her yek karekî dike.
Bêrîvan û Baran sifrê hazir dikin. Bavo çayê dikelîne. Dayê jî kincên Şîlana piçûk lê dike.

Di malbatê de alîkariya hevûdu kirin jiyanê xweştir dike.

Piştî taştê dayê û bavo diçin kar, Bêrîvan û Baran diçin dibistanê û Şîlan jî diçe zarokxanê.