Qralê Swêdê û keça kurd Siliva Aydin
Silîva Aydin a 8 salî, ku malbata wê ji Farqînê ye, jî li gel 11 hevalên xwe li ser navê grûba xwe Humlanê* di nav 76 tîmên beşdar de bû yekem. Grûba Silîvayê 1179 pûan girt.
Mijarên pêşbirkeyê ji van 4 beşan pêk hatibû:
1-Şîyana me (Vår förmåga)
2-Xwezaya me (Vår natur
3-Em mirov (Vi människor)
4-Ewlekarîya me (Vår säkerhet)
Ji derveyî şopgeran, li derdora 5000 kesên din jî beşdarî şahîya şopgeran bûn.
Grûba Humlanê ku grûba Silîva Aydin e, derket ser sahneyê û xelata xwe ji destê qralê Swêdê Karl Gustavê XVI. wergirt.
Gelek hunermendên navdar ên wek Marcus (stêrka Idolê), Anna Maria, Dogi Dogilito, grûba Tîpîk jî beşdarî vê şahîyê bûn.
Li Swêdê nêzî sed hezar endamên klubên şopgeran hene. Li tevahîya dunyayê nêzî 38 milyon endamên klubên şopgeran hene.
Dibistana Kurdî/Mahmûd Lewendî
*Grûba Humlanê ku Silîva jî yek ji wan e, li Stockholmê grêdayî Kluba şopgerên Mälarhöjdenê ye.