Feyda ziman

<-- paşve | Mal | pêşve -->


FEYDA ZIMAN
Mişkek û çêlikên xwe li derve digerîyan. Bi carekê de çavê wê li pisikekê ket. Mişkê dest pê kir 'ewtîya.
- 'Ewt 'ewt 'ewt!
Gava ku pisîkê 'ewtîna wê bihîst, got qey kuçik e, ji tirsa, ji wê derê revya.
Mişkê jî ji çêlikên xwe re weha got:
- Yaaa zarokno, we jî bi çavên xwe dît ku çiqas bi feyde ye ku meriv bi zimanekî biyanî bizanibe!