07 maj2005
Rewşa perwerdeya zimanê zikmakî hat xurtkirin
Li Swêdê, di pêşdibistanan de rewşa perwerdeya zimanê zikmakî hat xurtkirin.
Di bernameya (mufredat) pêşdibistanê de hedefên perwerdeya zimanê zikmakî ji nû ve û hîn zelaltir hatin nivîsîn. Li gor vê bernameya nû, divê pêşdibistan ji bo zarokên ku di mala xwe de bêyî swêdî bi zimanekî din diaxivin îmkanan peyda bikin ku hem zimanê xwe yê zikmakî hem jî swêdî bi pêş bixînin.
Ev bername di hukmê qanûnê de ye û ji yekê gulana 2005an pê ve derbas dibe.
>>>Zêdetir bixwîne (bi swêdî)