Li Swêdê sala xwendinê dest pê kir

xwendin14 diljenLäsåret 2014/15 har startat och över 10 tusen kurdiska barn och ungdomar, från förskolan till gymnasiet, deltar i modersmålsundervisningen.
Li Swêdê dibistana dest pê kir. Ji pêşdibistanê heta lîseyê ji 10 hezaran pirtir zarok û ciwanên kurd dest bi perwerdeya kurdî kir. Nêzî 200 mamoste dersa kurdî didin.

Swêd, di pirsa perwerdeya kurdî de,  di nav welatên cihanê de, rêza yekemîn digire. Li Swêdê ji 100 ziman û zaravayan pirtir dersê zimanê zikmakî tên dayin. 100 hezar şagird beşdarî vê perwerdeya zimanê zikmakî dibin. 2973 mamoste dersê didin.

Ji sala 1975ê û bi vir de ye ku li Swêdê bi awayekî fermî perwerdeya zimanê kurdî tê dayin. Heta niha bi deh hezaran zarok û ciwanên kurd  ji vê perwerdeyê sûd wergirtine.

Li gor îstatîtîkên sala 2012ê yên Dayreya Statîstîkan ya Dewletê li Swêdê, ji pola yekê heta nehê (1-9) 9914 şagirdên kurd hene. Ji wan 5480 beşdarî perwerdeya kurdî dibin, % 60,6. Ku mirov hejmara şagirdên ku pêşdibistanê, lîseyê û yên ku beşdarê perwerdeya bi kurdî (studiehandledning) dibin jî bihesibîne, ev hejmar digihîje nêzî 10 hezaran.

Ku mamosteyên kurdî bixwazin serpêhatî, hizir û ramanên xwe yên di derbarê perwerdeya kurdî de bi mamosteyên din re parve bikin, em dê bi kêfxweşî di malpera Dibistana kurdî de biweşînin. Herweha ev malper ji bo hemû çalakîyên şagirdên kurdî vekirîye.

Em di destpêka vê sala xwendinê de ji şagird û mamosteyên kurdî re serketinê dixwazin.

HD

Skriv ut