Di dersa kurdî de keç ji kuran serketîtir in

 

kec-kurdiBåda på grundskolan och gymnasieskolan presterar flickor bättre än pojkar. Jag har 25 gymnasieelever. 2 av dem fick betyg A i slutet an den här terminen. Båda är flickor. 7 gymnasieelever fick betyg B. 4 av dem är flickor. Med ett annat ord, 67 % av flickorna fick betyg A eller B. Däremot fick bara 18 % av pojkarna betyg B. Ingen av pojkarna har fått betyg A.

 Li gor dereceyên (not) dawîya vê sala xwendinê, hem di dibistanê de (sinifên 1-9) hem jî di lîseyê de keç di dersa kurdî de ji kuran serketîtir in.

Li gor lêkolînên ku li Swêdê û li welatên din hatine kirin, di perwerdeyê de, keç li hemû welatan ji kuran serketîtir in. Lê dîsa li gor van lêkolîna ev ferq di navbera keç û kurên bîyanî (macir) de mezintir e. Ez dixwazim di vê nivîsê de li ser vê pirsê rawestim.

Li Swêdê dereceyên dersan ji ”A” heta ”F” ne. ”A” dereceya baştirîn e û ”F” ya herî nizm e. ”F” tê wateya ku şagird negihîştîye hedefên dersê û di wê dersê de bi ser neketîye, ango zehîf e.
25 şagirdên min yên lîseyê hene. Îsal ji wan 2 şagirdan dereceya ”A” wergirt. Herdu jî keç in. 7 şagirdan dereceya ”B” wergirt, ji wan 4 keç in. Bi gotineke din, ji % 67ê keçan dereceya ”A” yan jî ”B” wergirt. Lê bes ji % 19ê kuran ”B” werkirt. Wek ku di dîyagramê de jî dîyar dibe, kurên ku dereceya ”A” wergirtine, tune ne.

diyagram

Di dibistanê de, 8 şagirdên min yên ku diçin sinifa 9ê hene. Ji wan yekê tenê dereceya ”A” wergirt û ew jî keç e. 3 şagirdan dereceya ”B” wergirt, ji wan 2 keç in.

Gelo çima keç di pewerdeyê de ji kuran serketîtir in?

Helbet gelek faktorên ku li ser dereceya serketina şagirdan bandorê dikin hene. Wek nimîne:

  • Jêhatîbûna mamoste ya di warê zanîna beşa xwe de, yanê kompentensa civakî, kabîlyeta rêveberîyê, zanîn û bikaranîna zanista pedagojîyê
  • Plankirineke baş ya li ser ast û rewşa tihihîştina her şagirdî
  • Bi xebateka bi metod û formên cihê-cihê rengînkirina dayîna dersan.
  • Sîstemeka nirxandinê ya li ser pêşvebirina ast û kabîlyeta şagirdan avakirî
  • Mezin yan biçûkbûna grûbên perwerdeyê
  • Rewşa perwerdeyê ya dayîk û bavan
  • Hedefên perwerdeyê yên zelal
  • Dereceya aktîf û motîfebûna şagirdan… û hwd.

Li gor lêkolînan, ji kuran serketîtirbûna keçen ne girêdayî van faktorên yekê ye jî. Ne jî di warê biyolojîkîyê de di navbera mejîyê keç û kuran de cawazîyek heye. Li gor çavdêrî û serpêhatîyên min yên perwerdeyê yên dirêj, faktorên bingehîn, faktorên sosyokulturell û civakî ne. Ev faktor di serketina keçan de roleke sereke dilîzin. Çawa?

  1. Civak ji keçan dipê ku piştî xwendegehê raste-rast here malê, hemû êvarê li malê be û dersên xwe çêke. Lê ku kurek piştî xwendegehê bi saetan jî neçe malê kes napirse, ka li ku ye. Êvarê jî piranîya kuran kengî bixwazin diçin derve. Keçên ku xwedî vê toleransê ne, gelek kêm in. Heta niha, bi taybet dayîkan gelek caran telefona min kirine û pirsîne ka keça wan hatibû dersê yan na, yan jî ders kengî xelas bû. Lê heta niha tu (çu) kesî ji bo kurên xwe pirsên weha ji min nepirsîne. Bi vî awayî dema keçan ya li malê ji ya kuran pirtir e û keç vê dema xwe didin dersên xwe. Lê mixabin, hin malbat li malê jî tu rihetîyê nadin keçan û hemû karên malê bi wan didin kirin.
  2.  Gelek kêm keç, bi taybetî keçên di temenê lîseyê de beşdarî çalakîyên piştî xwendegehê dibin.  Wek spor, muzîk, dans û hwd. Lê kurên ku piştî xwendegehê naçin antremana fûtbolê yan jî sporeke din hema hema tune ne. Dema ku keç beşdarê van çalakîyan nabin, di warê civakî, fizîkî û tenduristî de paşde dimînin, lê dema xwe pirtir didin dersên xwe.
  3. Piranîya keçan vê niheqîyê hem dibînin hem jî hîs dikin û dixwazin bigorin. Ew dizanin ji bo guhertina vê rewşê divê li ser lingên (pî) xwe rawest in. Ji bo vê jî şertê herî girîng xwendineke baş ya ku rê li ber pêşketina wan ya civakî û aborî vedike ye. Loma jî pêşeroja xwe dûr û dirêj plan dikin û li ser dersên xwe disekinin.
  4. Ev nêzî 25 salan e ku ez şagirdên sinifên 8-9 û lîseyê didim xwendin. Şagirdên min ji malbatên hemû kategorîyên civaka kurd in. Ew ji malbatên dewlemend, feqîr, akademîker, nexwendî, gundî, bajarî ne. Li ba min ew hemû jî xwedîyê heman nirxên bilind in. Gelek caran dersên me wek semîneran yan jî panelên gotûbêjê yên bi mijarên dersan ve girêdayî derbas dibin. Ji bo naskirina referensên hemû van kategorîyên civaka me, ez ji şagirdên xwe gelek tiştan hîn dibim. Li gor van serpêhatîyên min, keç di warê plankirina pêşeroja xwe de gelek zana, dûrbîn, û xwedî plan in. Ew li gor vê planê nêzî xwendina xwe dibin. Ku salmezin desttêwerdanên bêwate û carina trajîk nekin û keçan azad bihêlin, keçên me dê di xwendina xwe de hîn baştir bi ser kevin.

Lê gelek kur ne xwedî planeka weha ne. Kur gelek caran difikirin, dibêjin eceleya me tune. Wexta me heye û dê hertişt baş be. Dema xwe gelek didin çalakîyên derveyî xwendegehê yên bi hevalên xwe re û xwe nadin ser dersên xwe. Lê wext derbas dibe û tu tişt xwe bi xwe baş nabe. Bi ya min loma keç ji kuran serketîtir in.

Haydar Diljen, 30 gulan 2014

Skriv ut