Bingehên sîstema perwerdeya demokratîk

jinda-diljen2

Wek tê zanîn nevîyeke min heye. Navê wê  Jînda ye. Ew niha 18 mehî ye û li Stokholmê diçe zarokxaneyê (krêşê). Wê rojê rêveberêya zarokxaneyê nameyek şand malê. Di nameyê de weha hatiye nivîsîn:

”Em di kombûnên xwe yên bi zarokan re, ji wan dipirsin ku mirov çawan bi zimanê wan yê zikmakî dihejmêre û hin frazan dibêje. Hem  ji bo me mamosteyên ku li zarokxaneyê kar dikin, hem ji bo zarêkên we  û hem jî ji bo hevalên wan kêfxweşiyeke mezin e ku em bibihîzin ka bi zimanên din mirov çawan dihejmêre û diaxive.
Ji kerema xwe li hember van hejmaran bi tîpên kurdî navên wan ên bi zimanê Jîndayê yê zikmakî û di nav parantezê de jî bilêvkirina  wan binivîsin û ji me re bişînin.
Her weha hûn dikarin Cdyên muzîka kurdî ya zarokan jî li gel xwe bînin zarokxaneyê. 
Me hejmar ji 1ê heta 13ê nivisîne. Sedema vê yekê ew e ku di beşa Jîndayê ya zarokxaneyê de 13 zarok hene.”
Di bin nameyê de ji 1ê heta 13ê hejmar û bi swêdî ev peyv hatine nivîsîn: ”merheba/silav”, ”Tu çawan î”, ”baş”, ”Ez baş im”, ”bi xatirê te”, ”oxir be”.

Ev mînaka biçûk, toleransa sîstemeke perwerdeyê ya demokratîk ya li hember pirzimanî û pir rengîyê nîşan dide. Pedagojiyeka weha ya ku li ser nirxên mirovahîyê hatiye avakirin, dê cîhaneka bi geşbînî, bi hevaltîyeke ji dil, bi empatî û kêfxweşî  biafirîne. Herweha dê, hîn di temenê biçûk de, li ba zarokan bingehên hişmendiya civakeka pirrengî  biafirîne. Axbet li serê me.


Hêjayê gotinê ye ku li Swêdê ji zarokxaneyê heta dawiya lîseyê perwerdeya zimanê zikmakî heye. Ji 10 hezaran pirtir zarok û ciwanên kurd ji vê derfetê sûdê werdigirin.


Gelek tiştên ku em ji sîstema perwerdeyê ya Swêdê hîn bibin hene. Wek mînak, benda yekê ya qanûna dibistanan ya Swêdê armanc û hedefên sîstema perwerdeyê weha destnîşan dike:

“Hemî zarok û ciwan/genc, bêyî ku mirov li zayend, cihê ku lê rûdinin, rewşa wan  a civakî û aborî binêre, di xwendegehên fermî de ji bo hemiyan derfertên wekhev ên perwerdeyê hene. Kalîteya perwerdeyê, dê li her aliyê welêt û  di hemî formên xwendegehan de wek hev be.
Perwerde dê zanyarî û şîyanê, ango kabîlîyetê bide şagirdan. Her weha perwerde dê bi alîkariya malê pêşveçûna zarokan  ya bi harmonî bi pêş bixîne ku hem wek takekes hem jî wek endamên civakê bikaribin berpirsiyarîyê hildin ser xwe. Di perwerdeyê de divê rewşa takekesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyeke taybet heye li ber çav bê girtin.
Xebatên xwendegehan hemî divê li gor nirxên demokratîk yên bingehîn bin. Her kesê/a ku li dibistanê kar dike, divê bizanibe ku her mirov xwedîyê nirxekê ye û ji bo
pêşxistina vê nirxê û rêzgirtina ji bo jîngeha me ya hevbeş xebatê bike.” Qanûna dibistanê ya Swêdê: (1985:1100) Bend 2:

Niha jî werin, em li qanûna bingehîn ya perwerdeya milî ya Tirkîyê (qanûn hejmar 1739) binêrin. Di benda 1ê ya vê qanûnê de, di bin sernivîsa “Armancên perwerdeya tirk ya milî û prensîbên bingehîn” de, armancên giştî weha hatine nivîsîn:


“Armanca giştî ya perwerdeya mîlî ya tirk ew e ku hemî ferdên miletê tirk. (dixwaze bêje her kesê ku li Tirkiyê dijî) wisan bên perwerdekirin ku:
1. Bi şoreş, prensîb û neteweperestiya Ataturk ku di qanûna bingehîn de hatiye nivisîn ve girêdayî bin.
2. Nirxên neteweyî, exlaqî, manewî û çandî yên miletê tirk bipejirînin, biparêzin û pêş ve bibin
3. Ji malbat, welat û miletê xwe hez bikin û her dem wan bilind bikin
4. Li hember komara Turkîyê peywir û berpirsiyariyên xwe bizanibin û vê zanînê ji xwe re bikin şiklê jiyanê.

Ev, bi awayekî gelek vekirî karekterê perwerdeyeke şoven û asîmîlasyonîst nîşan dide. Bi vê sîstemê armanc ew e ku hemû kesên ku li nav sînorên dewleta tirk de dijîn bibin koleyên dewletê. Ango dewlet di navendê de ye. Divê hemû çalakîyên perwerdeyê li gor parastina dewletê bên kirin.  Ev qanûn niha jî derbas dibe. Ji zarokxaneyê heta zanîngehê hemû sîstem li gor van armancan hatiye avakirin û dimeşe. Dema ku mirov vê sîstemê û ya Swêdê dide berhev mirov ferqên mezin dibîne. Di sîstema Swêdê de mirov, lê di sîstema Tirkîyê de dewlet di navendê de ye.


Heke em li welatê xwe bibin xwedî erk em ê vê sîstema tirk bi hemû qanûn, program û texrîbatên wê ji holê rakin. Ji ber ku guhertin û reformekirina sîstemeka weha şovenîst ne pêkan e. Loma divê ew ji holê rabe.
Li Kurdistanê, di dibistanên me de; dê zarokên kurd, ermenî, ereb, tirk, suryanî û yên din hem bi zimanê xwe û hem jî bi zimanên hevalên xwe kêfxweş û serbilind bin. Her kes ê xwedî mafê perwerdeya bi heman kalîteyê be. Sîstema me dê ji zarokxaneyê heta zanîngehê li ser bingeha rêzgirtina destlênedana kesayetiya mirovan bê avakirin. Dê dewlet û şaredarî, bi hemû saziyên xwe ve, ji bo xizmeta mirovan hebin.


Ez gelek bi hêvî me ku di nêzîk de dê hemû têgihîştin û nivîsên ku di dibistanên Tirkiyê de dibêjin”Ne mutlu turkum diyene” (Xwezî li dilê wî/wê ku dibêje ez tirk im), ”Bîr turk dunyaya bedeldir”  (Tirkek bergendî cîhanê ye)  bên avêtin.  Em li hêvîya wê rojê ne û ji bo dîtina wê rojê xebatê dikin.

Haydar Diljen, Azadiya Welat, 7 nîsan 2010

Skriv ut