Îmkanek nû ji bo perwerdeya kurdî

dibistan-almanya

Li Almanyayê li bajarê Kolnê daxaza malbatên kurd ya ji bo perwerdeya kurdî hat pejirandin. Perwerde dê 2ê sibatê roja duşemê di dibistana ”Mulheim ya Katolîk" de dest pê bike. Perwerde dê rojên duşeman di navbera saet 12.00-16.30 de pêk were. 


Li Kolnê heta niha di taxên wek Chorweiler, Bickendorf, Porz ve Mülheim de perwerdeya kurdî ya fermî heye û 75 zarok beşdar dibin. Li gor hin çavkanîyan li Kolnê 40 hezar kurd dijîn. Lewma 75 zarok pir hindik in.


Koln, di eyaleta Almanyayê Nordrhein Westfalen (NRW) de ye. Ev eyaleta Almanyayê ya herî mezin e. Wezîra perwerdeyê ya vê eyaletê Barbara Sommer di daxuyaniyeka xwe de dibêje ”Divê zarokek ne tenê axaftina zimanê xwe, lê her weha xwendin û nivîsînê jî hîn bibe. Zaokên ku di warê xwendin nivîsînê de jî serdestên zimanê xwe ne dê di pêşerojê de şansê wan yê di jiyana kar û pîşeyê de zêdetir bibe. Pirzimanî dewlemendiyek çandî ye û ev yek di Ewropayaku  mezin dibe de nîşana globalîzmê ye.” Ev daxuyaniya wezîr bû sedem ku rêvebirên şaredarîyan û dibistanan yên herêmî germtir li mafê perwerdeya kurdî binêrin.


Ji Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) Mahmut Akbayir û ji Enstîtuya Kurd ya Berlînê Fevzî Ozmen bang li malbatên kurd dikin ku zarokên xwe bişînin perwerdeya kurdî. Her weha ev herdu sazî di daxuyaniya xwe de dibêjin, ku zarokên kurd beşdarê perwerdeya kurdî binin, ew amade ne ku di her warî de destekê bidin wan.
Li vê eyaletê, ji bo ku perwerde dest pê bike, divê malbat ji bo 15 şagirdan daxwaznameyeke bi nivîskî bidin rayedarên perwerdeyê, ango muduriyetên perwerdeyê. Ji bo ku mamosteyek fermî bê tayinkirin divê 60 şagird hebin.

 
Li Swêdê, ku 5 şagird hebin, Li gor qanûnê şaredarî mecbûr in ku perwerdeya zimanê zikmakî organîze bikin, ango ji bo perwerdeyê cih, mamoste û materîyal peyda bikin. Hata ji bo dersa alîkariya bi zimanê zikmakî şagirdek hebe jî jê re mamoste tê tayinkirin. Di vî warî de ferqek mezin di navbera Almanya û Swêdê de heye. Loma li Swêdê 70 hezar kurd dijîn ji 10 hezaran pirtir zarokên kurd beşdarê perwerdeya kurdî dibin, lê li Almanyayê 700 hezar kurd dijîn li derdora 1000 zarokên kurd beşdarê perwerdeta kurdî dibin.


Em hêvîdarên bi xebat û hevkariya malbat û sazîyên kurdan ev hejmar li Almanyayê jî bilindtir bibe. Em ji mamoste û şagirdên ku duşemê dest bi perwerdeya kurdî bikin re serketinê dixwazin.

30-01-2010
Haydar Diljen

Çavkanî: ANF/Dibistana Kurdî

Skriv ut