Heştemîn Konferansa Mamosteyên Kurdî bi kêfxweşî dawî bû

konf8-1aDen åttonde kurdiska lärarkonferensen anordnades av Västerås stad – Centrum för tvåspråkighet i samarbete med Skolverket den 30-31 maj i Västerås. 53 lärare i nord –och sydkurdiska och skolledare deltog. Vi hade två mycket givande dagar tillsammans där konferensdeltagarna i genomsnitt gav konferensen 3,5 i betyg på en 1-4 skala.

Heştemîn konferansa mamosteyên kurdî yên li Swêdê di 30-31ê gulanê de li Swêdê li bajarê Vesterosê (Västerås) di Otêla Ta Inê de civîya. Mamosteyên kurdî bi rêya şaredarîyên xwe beşdarê konferansê bûn. Konferens bi hevkarîya Dayreya Giştî ya Perwerdeyê ya Swêdê (Skolverket) û Şaredarîya Vesteosê ve hat organîzekirin. 

Konferensê bi axaftina Vasiliki Tsouplaki (seroka Encumena Zarok û Ciwanan) û Mia Lindh (şefa Navenda Perwerdeya Duzimanî ya Şaredarîya Vesterosê) dest bi xebata xwe kir. Herduyan jî di axaftina xwe de kêfxweşîya xwe ya ji bo mazûbanîya mamosteyên kurdî û girîngîya perwerdeya zimanê zikmakî anîn ziman û ji konferansê re serketin xwastin.

konf8-1 

53 kes beşdarê konferansê bûn
Ji 18 şaredarîyên Swêdê 53 mamosteyên kurdî yên ku dersa kurmancî, soranî yan jî her du zaravayan bi hev re didin, du nûnerên Skolverketê (Dayreya Giştî ya Karûbarê Xwendegehan), lîngîvîstek û du şefên perwerdeya pirzimanî beşdarê konferansê bûn.
Her weha ji beşdaran 24 jin û 29 jî mêr bûn.

konf8-4

Mia, Vasiliki och Mats pratar om pedagogik förstås!

Medya kurdî
Medya kurdî alaqeyek gelak baş û germ ji bo konferansa me nîşan da. Malper û rojnameyên dijîtal û yên din yên  cih dan nûçeyên konferansê. Wek nimûne Radyoya Swêdê beşa kurdî Zayale, Amîda Kurd, Rizgarî, malpera Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê, Kurd.se, Rojeva Kurdistanê û hwd. di derbarê konferansê de nûçeyên berfireh dan. Em carek din ji medya  kurdî re spasîyên xwe yên germ pêşkêş dikin.

Nirxandina nivîskî
Beşdarên konferaansê, di dawîya konferansê de nirxandinek nivîskî nivîsîn. Me ew nirxandin xwendin. Beşdaran  hem dereceyek gelek bilind daye konferansê hem jî çennd rexneyên gelek çêker û şiroveyên hêja kirine. Em ê di dema plankirina konferansa nehemîn de nirxandin û pêşnîyaên beşadaran li ber çav bigirin.

 Nirxandinên beşdaran  jî nîşan didin ku em bi hev re konferanseke gelek bi serketî jiyan. Ev bi saya beşdarbûna mamoste û axaftvanên konferansê yên di beşên xwe de pispor pêk hat.

Axaftvanên konferansê
Axaftvanên konferansê gişt di beşên xwe de serketî bûn. Lê dîsa jî ez dixwazim spaseka mezin û taybet ji bo Profesor Jaffer Sheyholislami bişînim ku ji Başûrê Kurdistanê, ji zanîngeha Soranê heta Swêdê hat û li ser rewşa zimanê kurdî ya li Başûrê Kurdistanê û qanûn û planên pêwîst gotareke gelek girîng û zanistî pêşkêş kir. Ez bawer im axftina Profesor Jaffer Sheyholislami fikrên nû li ba beşdarên konferansê peyda kirin. Birêz Jaffer Sheyholîslamî li ser bingeha lêkolîn û çavdêrîyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, bi mînakên gelek berbiçav rewşa zimanê kurdî anî ziman.

konf8-8

Çend hevok ji axaftina birêz Jaffer Sheyholislami:

“Li Başûr ji 100î pirtir ferheng hene, lê meriv ji yekê jî piştrast nine.”
“Mixabin, sernûserên hin kovar û rojnameyan cawazîya di navbera pragraf û hevokê de nizanin. Li gor merivên wisa, dive meriv piştî ku xalek danî, divê meriv dest bi paragrafek nû bike!”
“Ez evîndarê zimanê xwe me, ji ber ku ez bi qaçaxî hînî wî bûm.”
“Ku meriv li Başûr bes lehçeyekê bike zimanê fermî, ev yek dikare kurdan parçe bike.”
“Ji ber helwesta hin kesên soranîaxêf û nameya wan, Dihokî naxwazin soranî hîn bibin. Ew di hemû astên perwerdeyê de behdînî (kurmancî) bi kar tînin û ev mafê wan e.”
“Di dinyayê de ewqas nimûneyên pirzimanî û pirçandî hene û welatek jî ji ber hindê parçe nebûye, çima kurd dê parçe bin?

konf8-9

Her weha mamoste Sheyholislami, li ser berpirsîyarî û cidîyeta nivîskar ya di pêvajoya nivîsînê de jî gelek nimûneyên hêja û ber bi çav dan. Guhdaran  du saetan bi baldarîyeke bilind guhdarîya wî kir. Ez bi xwe gelek serbilind bûm ku akedemîsyenekî me yê weha jêhatî heye û me ew ezimand konferansa xwe.

Mats Wennerholm, mişawîr, ji Skolverketê li ser plan û xebatên dewleta Swêdê yên ji bo perwerdeya pirzimanî gotarek pêşkêş kir. Wî got, li gor îstatîstîkên Dayreya Îstatîstîkan ya Dewletê (SCB) yên sala perwerdeyê ya 2011-2012, li Swêdê di asta dibistanê de, ango ji pola 1ê heta 9ê, mafê 184.220 şagirdan heye ku beşdarê zimanê zikmakî bibin. Ev ji %20,5ê hemû şagirdên li dibistanê ye. Ji van 98 911 beşdarê perwerdeya zimanê zikmakî dibin. Ev jî rêjeyeke ji %53,7 e.
Li gor îstatîstîkên heman salê 3273 şagirdên kurmancî, ji %55,5 û 4227 şagirdên soranî, ji %73,5, beşdarê perwerdeya zimanê zikmakî dibin. Gelo çima rêjeya şagirdên soranî ji yên kurmancî bilindtir e? Li ser vê axaftin hatin kirin. Gelek factor hene, çend sedem ev in:
1. Kurdên soran li gor kurmancan li Swêdê nû ne. Dema ku meriv li welatekî biyanî qirnê yekem be, meriv pirtir bi ziman û çanda xwe ve girêdayî ye.
2. Soranî li Kurdistanê zimanê dewletê şaredarîyan û civakê ye. Dema ku diçin welêt dibînin ku bêyî ku zimanê xwe bizanibin, nikarin xwe îdare bikin. Lê zarokên kurmanc dema ku diçin Bakur, dibînin ku her tişt bi tirkî ye. Îmkanên wan yên ku bikaribin kurdîya xwe bi kar bînin kêm e. Hetta  ew kurmancî fêrî zarokên wira dikin.

konf8-3

Herweha Mats Wennerholm dûr û dirêj behsa îmkanên ku Skolverketê ji bo perwerdeya pirzimanî amade kirine û dike, kir.

Salah Rahimi ku sosyonom û psykoterapuet e; di mijara “Pêşxistina nasname û zimanê zarokan de rola dayik û bavan” de gotarek gelek balkêş pêşkêş kir. Wî got, “ji bo ku zarok bikaribe di her warî de pêş bikeve, divê jê re benderek (lîman) hêmin hebe. Ew bender jî malbat e. Zarokên ku xwedî malbatên weha ne di xwendina xwe de jî serketîtir in.”

konf8-7

Celal Sonmez, li ser perwerdeya di grûbên heterojen de gotarek pêşkêş kir. Gotara wî li ser serpêhatîyên wî yên li şaredarîya Botkyrkayê hatibû avakirin. Piranîya şagirdên wî yên li Botkyrkayê zarokên kurdên Anadolîyê ne. Di tespîtên Celal Sonmez de kûrahîyek gelek hêja û realîst hebû. Wî pirsgirêk gelek baş anî zimên. Lê li pêşnîyarên wî yên di derbarê awayê xebatê yên di grûbên weha de helbet fikrên cihê derketin holê.

konf8-10

Karin Sohlgren, ji Skolverketê, li ser girîngîya perwerdeya pirzimanî ya di asta pêşdibistanê de û alavên nû yên teknîkî ku meriv bikaribe bi kar bîne gotarek pêşkêş kir. Wek nimûne, wê qelemeka ku deng tomar dike û nivîsan dixwîne da nasandin. Her weha wê xebata Skolverketê ya arşîvkirina materyalên perwerdeya zarokên pêşdibistanê da nasandin.

konf8-6

Şefa perwerdeya duzimanî Maria Ruth û Haydar Diljen di mijara ”Li Vesterosê di navbera mamosteyên zimanê zikmakî û mamosteyên sinifan de modeleke hevkarîyê” de gotarek pêşkêş kir. Wan di gotara xwe de bi mînakan li ser girîngîya hevkarîyeke nêzîk ya mamosteyên zimanê zikmakî û mamosteyên sinifan anîn ziman. Hêjayê gotinê ye ku 25 mamosteyên zimanê zikmakî û 12 mamosteyên sinifan beşdarê vê projeyê dibin. Heta niha li ser çar temayan bi hev re xwebitîn: lîstikên olîmpîyadê, çîrokên gelêrî, têgînên matematîkê, xwarin û pîşe (meslek). Îsal vê projeyê xelata pedagojîyê ya salê ya şaredarîya Vesterosê wergirt.

konf8-12

Di konferansê de Fahmi Kakaee, Golneshan Amedi,  Shaokat Amedi, Mehmet Balta, Nyan Baban û Haydar Diljen kitêbên xwe yên dersê yên nû dan nasandin. Her weha Appa alfabeya kurdî ya ji bo Apple û Androidê jî hat nasandin.
Her çendî ev xala dê wek xebatek grûbî, ango mamosteyên kurmancî û soranî cihê cihê, bicivîyana û li ser materyalan biaxiftana jî, mamosteyên her du zaravayan bi yekdengî biryar dan ku bi hev re bin û li ser vê xalê zanyarîyên xwe bi hev re par ve bikin.

Di programa konferansê de xala ”Forma pedagojîyê” jî hebû. Di vê xalê de mamosteyê ku li ser perwerdeyê fikreke xwe hebû bi mamosteyên din re par ve kir. Lê dema vê xalê gelek kin bû. Gelek mamosteyan di nirxandinên xwe yên li ser konferansê de nivîsîne ku ev xal gelek girîng e û divê di konferansên pêş de jê re pirtir dem bê veqetandin.

Konferansên hevbeş
Em di xala dawiyê ya programa konferansê de li ser mijara ”Pêşnîyar û daxwaz ji bo konferansên pêşerojê” axifîn. Çima xalek weha di programa konferansê de cih girtibû? Ji ber ku rêvebirên malpera soranî ya Tema modersmål biryar girtine ku ji bo mamosteyên soranî konferansek cihê amade bikin. Loma em li ser vê xalê rawestîyan. Xala ku herî pirtir kes li ser axifîn ev xal bû. Piştî axaftinan, hemû beşdarên konferansê bi awayekî gelek zelal û bi yekdengî biryar dan ku konferansên pêşerojê jî dê ji bo herdu zaravayan bin. Mamosteyên kurd gelek bi biryardarî diyar kirin ku ew li dijî jihevcihêkirina mamosteyên kurmancî û soranî û zaravayên din in.

Peyamên ji bo konferansê
SZK (Sazîya zimanê kurdî ya li Rojava) û Şermîn Bozarslan (seroka Federasyona Komelên Kurdisyanê li Swêdê) peyamek şand konferansê. Em ê wan peyaman cihê biweşînin.

konf8-11

Fatma Savcî peyama SZKê dixwîne.

Wêneyên konferansê
Ez dixwazim hin wêneyên konferansê bi we re par ve bikim. Ku "facabook"a we heye, em dikarin li wir jî wêne û agahdariyên din bi hev re par ve bikin. Maîla (e-name) min ya "facebook"ê ev e: Den här e-postadressen skyddas mot spambots. Du måste tillåta JavaScript för att se den.. Ji xwe navê gelekan ji we di lîsteya hevalên min yên "facebook"ê de heye.

Diyarî
Navenda du zimanî ya Şaredarîya Vesterosê (Cf2) tûrên ku li ser wan "mamosta" hatibû nivîsîn wek dîyarî dan hemû beşdarên konferansê.

konf8-2


Herweha spas ji bo wan 18 şaredariyên Swêdê ku mamosteyên xwe şandin vê konferansê û mesrefa wan girt ser xwe. Spas ji bo Şaredariya Vesterosê mazûbaniya vê konferansê kir û li ser navê Şaredariyê midûra Navenda duzimanî Mia Lindh bi awayekî aktîf beşdarê amadekirin û pêkanîna konferansê bû. Spas ji bo Skolverketê ku hem beşek ji mesrefên konferansê hilda ser xwe û hem jî bi 2 kesan beşdar bû û bi her awayê palpiştîya vê konferensê kir.

konf8-5

Spasdariyek germ
Spasên germ ji beşdar û palpiştên konferansê re pêxkêş dikim. Spas ji bo beşdarbûna we ya çalak ya di asta herî bilind de ku we di rojên konferansê de dilşadî û hevaltî kir serdest. Bê beşdarbûna we ya ji dil ya di nîqaş û xebatên konferansê de ne pêkan bû ku ev konferans pêk bihata û ewqas serketî bûya. Her weha ez dixwazim bi taybetî spasîya Mia Lindh û Mats Wennerholm bikim ku wan di biryarên girîng ên di derbarê organîzekirina vê konferansê de palpiştîya me kir. Her weha ez ji Mia Lindh, Ciwan Resûl, Sabîha Otlu û Alan Navberg re jî ji dil spas dikim. Me wek grûba amadekar a konferansê bi ahengek gelek bilind û kêfdar bi hev re karê konferansê meşand!

Heta konferanseke din bimînin di xweşîyê de!

htm>>>Foto/Wêne

02.06.2013
Redaktorê Malpera Dibistana Kurdî û kordînatorê konferansa mamosteyên kurdî
Haydar Diljen

Skriv ut