Wêneyên heftemîn Konferansa mamosteyên kurdî yên li Swêdê

wene_konf11

Heftemîn Konferansa mamosteyên kurdî yên li Swêdê, di 25-26ê tîrmehê de, li bajarê Vesterosê (Västerås) li Otêla Ta Inn civiya û du rojan berdewam kir. Ji gelek şaredariyan 70 mamoste beşdarî konferansê bûn. Ji Dayreya Giştî ya Xwendegehan ya Swêdê (Skolverket)  muşawîr Mats Wennerholm û ji Şaredariya Vesterosê jî seroka Encumena Dibistanan Vasîlîkî Tsouplakî beşdar bû. Konferansê bi axaftina Vasiliki Tsouplakî dest pê kir. Mats Wennerholm jî li ser mufredata nû ya perwerdeya zimanê zikmakî axaftinek kir. Di konferansê de materyalên nû hatin nasandin, li ser wêjeya zarokan û rewşa perwerdeyê hat rawestandin û mamosteyan zanyarî û tecrûbeyên xwe bi hev re parve kirin. Her weha biryar hat dayin ku ji bo piştgiriya Abdullah Demirbaş nameyek ji rayedarên Turkiyê re bê şandin.
>>>Wêneyên konferansa heftemîn/Bilder från 7:e konferensen
>>>Çend wêne ji konferansên berê/Bilder från gamla konferenser

Skriv ut