Raporek li ser Konferansa zimanê zikmakî ya li Stenbolê

Svenskagruppen-1
En rapport om konferensen om modersmålsundervisning i Istanbul den 20-21 november. Vi från Skolverket-Tema modersmål deltog i konferensen och bidragit med våra erfarenheter om ämnet.

Di 21-22 çirîya paşîn (november) de li Stenbolê li Zanîngeha Bahçeşehîrê konferansa perwerdeya zimanê zikmakî pêk hat. Ji Ewropa, Tirkîye û Kurdistanê gelek zimanzan, hiqûqnas, pedagog û nûnerên kêmneteweyên li Tirkîyê û Kurdistanê beşdarê konferansê bûn. Konferans ji alîyê tora ”Grûba xebatê ya ji bo mafên kêmneteweyan” hatibû organîzekirin û ji alîyê Enstîtuya Raoul Wellenberg ve hatibû fînanse kirin. Enstîtuya Wallenberî li Swêdê girêdayî Zanîngeha Lundê ye.

raoul

Ji gelek zanîngehên Tirkîyeyê akedemîsyenên wek prof Buşra Ersanli, Elçîn Aktoprak, Olgun Akbulut, Maria Varaki, Seda Alp; Serkan Koybaşi; ji Swêdê Marie Carlsson, Tore Otterup, prof Jarmo Lainio, Alejandro Fuentes, ji Skolverket, Dayreya Giştî ya perwerdeyê ya Swêdê Moa Nordin, Haydar Diljen; Ji Holandayê prof Kristin Henrard û Stephanie Marsal; ji Fransayê prof Samim Akgonul wek axaftvan beşdar bûn.panel-olgun

Her weha li ser navê hin rêxistin û kêmneteweyên li Tirkîye û Kurdistanê jî hin kes beşdarê konferansê bûn û dîtin û pêşnîyarên xwe pêşkêş kirin. Wek nimûne: Li ser navê Şarederîya Mezin ya Amedê Şerîf Derînce, ji EGITIM-SENê Abdullah Karahan, ji Mala Çandê ya Gurcîyan Erdal Kuçuk, nûnerê xwendegehên ermanîyan Garo Paylan, ji Enstîtuya lazan Îsmaîl Avci Bucaklişi, ji Grûba Mafê Kêmneteweyan ya Navneteweyî Nurcan Kaya, ji KURDÎ-DERa Amedê Rifat Ronî, ji Federasyona Komelên Kafkasîyan Sinem Vatanarttiran û lêkolînvana serbixwe Sinem Derya Çetinkaya.

Li Tirkîyeyê, di pêşêngîya akedemîsyenên tirk de avakirina ”Tora mafên merivan” gaveke gelek girîng e.  Çima? Ji ber ku yek ji sazîyên Tirkîyeyê yên ku bi hişkî nirxên dewleta neteweyî yên wek ”yek welat”, ”yek ziman”, ”yek çand” û hwd diparizin zanîngeh in. Wek tê zanîn, Desteya rektorên zanîngehan li dijî perwerdeya zimanê zikmakî daxuyanî dan got ”zimanê miletê tirk yek e û ew jî tirkî ye. Bi tu zimanekî din perwerdeya zimanê zikmakî nikare bê dayin”. Loma hewildanên akedemîsyenên demokrat dê atmosfera konservatîf û hetta nîjadperest ya zanêngehên Tirkîyê bigore.

busra

Kê di konfansê de çi got?

Elçîn Aktoprak: Li ser naverok û armanca konferansê û avakirin, xebat û girîngîya”Tora akedemîsyanan ya ji bo mafê mirovan” rawestîya û got, di vê torê de 60 akedemîsyen dixebitin. 

Prof Samin Akgonul: Kêmnetewe wek du kategorî bi nav kirin: Kêmneteweyên kevn û yên nû yên biyanî. Kêmneteweyên kevn yên ku mêj ve li wî welatî rûdinin. Yên nû yên ku paşê hatine wî welatî ne.

Li Fransayê 500 hezar meriv, bi awayekî peywendîya xwe bi Tirkîyeyê heye. Ji wan 250 hezar hemwelatîyên Fransayê ne. Ji mamosteyên ku li Fransayê dersa tirkî didin bes heft Fransayê tayin kirine, yên din ji Tirkîyeyê hatine tayin kir. 

Li Awrûpayê ji bo perwerdeya zimanê kêmneteweyên kevn çê-xirab çareserîyek heye, wek nimûne, bask, katelan û hwd. lê ji bo yên nû hîn çareserî nîne.

Maria Carlsson û Tore Otterup: Li Swêd 9 milyon meriv dijîn. Ji her km2 re 21 mirov dikevin, lê li Tirkîyeyê 98 kes dikevin.

Li Swêdê 200 ziman tên axaftin. Em heta 1950î welatek yekzimanî bûn. Du zimanê me yên herêmî hebûn: fînî û samî. Piştî şerê cîhanê yê duyem me dest bi polîtîkaya duzimanîyê kir. Di salên 2000î de em bûn welatekî duzimanî. Li sê bajarên Swêd yên mezin hejmara şagirdên ku koka wan biyanî ye ji %39 ye.

Di perwerdeya zimanê zikmakî de pirsa herî girîng gihaştina mamosteyan e. Di vî warî de Swêd dişibe Tirkîyeyê. Di pirsa gihandina mamosteyan de motîfên nasyonalîstiyê hene. Li Swêdê di vê pirsê de di navbera gotin û kirinê de gelek cawazî hene.

Buşra Ersanli: Tirkîye naxwaze bi awayekî fermî zimanê kurdî bê nasandin. Dema ku kurdan di dadhehan de zimanê xwe bi kar dianîn, serokê dadgehê digot ”zimanekî nayê fêmkirin, dipeyive”. Li hin zanîngehan kurdî tê xwendin, lê jê re nabêjin 2kurdî”, dibêjin ”zimanên ku dijîn”. ”TRT 6” navekî xwe yê fermî yê kurdî nîne. Lê niha kurdan dibistanên xwe yên defakto vekirine.

Wek hûn dizanin, di sala 1934ê de di kongreya ziman de hat îdeakirin ku tirkî dayika hemû zimanan e û koka hemû peyvan ji rojê hatîye. Bi vî awayî teorîya nîjadperest ya ”ziman û rojê” derxistin.

Di van salên dawîyê de jî, bi pêşengîya tevgera Fetulah Gulen olîmpîyadên tirkî tên organîzekirin. Li gor wan dixwazin bi van olîmpîyadan zimanê tirkî bihihînin asta zimanên cîhanê. Di van olîmpîyadan de bi zarokeka afrîkayî straneka kurdî dan gotin. Ev metodeka nû ya asîmlasyonê ye.

Ji sala 2010 ê ve ye ke ji %60 hemwelatîyên Tirkîyê palpiştîya perwerdeya duzimanî dikin. Lê îktîdarê heta niha guh nedaye lêkolînên weha û tu amadekarî nekirîye. Di sala 2012ê de dersên hilbijartî hatin pejirandin, lê mamoste nînin. Par hikumetê biryar da ku di dibistanên taybetî de mirov dikare dersan bi zimanê zikmakî bide. Li Amedê û du cihên din dibistan hatin vekirin, lê hûn dizanin çi bi serê wan dibistanan de hat. Ya Amedê çar caran hat morkirin. Niha jî dibêjin ku ev dibistan wek dibistanên taybet bên qeydkirin, dê bikaribên perwerdeyê dewam bikin.

Artukluyê 1000 mamoste mezûn kirin. Ji wan 18 heb hatin tayinkirin. Niha jî rector di binçavan de ye, bi hevkarîya bi PKKê re tê tawanbarkirin.

Kurd hem di ware mafên sîyasî de hem jî di ware mafên çandî de mafê perwerdeya bi kurdî girîng dibînin. Ev mafekî grûbî û civakî ye .Ku hûn vî mafî wek mafekî takekesî bibînin jî, ev maf girîng e. Hûn nikarin mafê zimanê zikmakî bi ewlehîya welêt ve girê bidin.

afish1

Olgun Akbulut: Ji sala 2002 heta îro gavên ku ji bo kurdî û zimanê kêmneteweyan hatine avêtin anîn ziman û got dewlet û hikumat di van gavan yekê de jî samîmî nebû. Carina hesabê muzakereyên bi Yekitîya Awrûpayê re kir, carina hesabê hilbijartinan kir.

Tirkîyê hîn madeyên 17, 29 û 30 yên peymana mafên zarokan yên Yekiyîya Neteweyan îmze nekirîye. Gava herî girîng rakirina madeya 42 ya qanûna bingehîn e ku perwerdeya zimanê zimanê zikmakî qedexe dike. Lê ji bo vê yekê tu xebatek nehatîye kirin.

Şerif Derînce jî behsa lêkolînekê kir ku  li ser zarokên kurd hatîye çêkirin. Kurdên ku temenê wan li ser 60î re ye bi kurdî, navbera 40-60î piranî bi kurdî, navbera 20-40 bi kurdî û tirkî, di bin 20î re bi piranî yan jî temamî tirkî dipeyiv in. Jinên “bajarî” ji mêran pirtir tirkî dipeyivin. Li Amedê zimanê nav mînîbusan tirkî ye. Got yên ku li minibusê siyar dibin, hemû bi kurdî bizanibin jî, di minîbusê de bi hev re bi tirkî dipeyivin.

Paneleka rengîn
Banu Guven paneleka ji kurd, çerkez, laz, ermenî, gurcî û tirkan pêkhatî bi rêve bir. Ev panela pirrengî gelek bala guhdaran kişand ser xwe. Kesên beşdar serpêhatî û rewşa zimanên xwe anîn zimên.

banu

Abdullah Karahan:  Ji EGITIM-SENê: behsa xebatên EGITIM-SENê yên ji bo bidestxistina mafê perwerdeya zimanê zikmakî kir. EGITIM-SENê sekretaryaya perwerdeya zimanê zikmakî ava kirîye.

Erdal Kuçuk, ji Mala çandê ya Gurcîyan: Gurcî pir asîmle bûne. Niha dersên hilbijartî hene. Polên yekem li Sakaryayê vebûn.Em pirtûkên polên 5-6-7-8 amade dikin. Gurcî li herêma Marmarayê û Behra reş bi cih bûne. Heta gundekî navçeya Amedê Erganîyê, Ortayazi, jî çûne.

Garo Paylan, nûnerê Xwendegehên Ermanîyan: Hirant Dînk di 1996ê de Agos ava kir. Niha li Tirkîye 50 hezar ermenî hene. 3000 zarokên ermenîyan diçin 20 dibistanên ermenîyan. Ji %99ê ermenîyan li Stenbolê dijîn. Di van 8 salên dawî de hejmara şagirdên ermenîyan nehatîye guhertin. Gelek pirsgirêkên dibistanên ermenîyan hene. Di warê mafên mirovan de kurd ji me hemûyan re rê vedikin.

panel

Îsmaîl Avci Bucaklişi, ji Enstîtuya lazan: Di 15 dibistanan de dersên zimanê lazkî hene. Me pirtûka dersê ya lazî amade kir. Malbat û zarok ji me û ji xwe dipirsin, dibêjin em ê vî zimanî ji bo çi bi kar bînin? Di vî warî de motîvasyon kêm e.  

Nurcan Kaya, ji Grûba Mafê Kêmneteweyan ya Navneteweyî: Hemû maf bi piştgirîya hev û têkoşîneke hevbeş dikarin bên girtin. Li ser pirsekel i ser rewşa suryanîyan jî weha got ” Li Tirkîyeyê li derdora 10-15 hezar suryanî dijîn. Piranîya wan li Stenbolê dijîn. Li Midyadê axaftina suryanî baş e, lê li Stenbolê pir xereb e.  Li Zanîngeha Artukluyê beşa suryanî heye.

Rifat Ronî, ji KURDÎ-DERa Amedê:  KURDÎ-DER salê ji bo 3000-5000 kurdankursên kurdî dide, mamosteyan digihîne. Niha me sê dibistanên defakto vekirine. Polîs çar caran ev dibistan mor kirin, lê me dîsa vekirin. Me pirtûk û mufredat amade kirîye. Di dibistana li Amedê zarokên Kobanîyê jî dixwîbin. Zarokên ku diçin van dibistanên me, carek din naçin dibistanên dewletê. Hemû ders bi kurdî ne.

Li ser wekhevîya dereceyên van dibistanan û yên dewletê û di warê perwerdeyê de pêşeroja zarokên ku di van dibistanan de bixwînin û derece bigirin dê çawa bibe? Dê bikaribin karekî bibînin? Ev pirs bûn mijara nîqaşên berfireh. Lê hemû beşdarên konferansê ji bo van dibistanan sempatîya xwe nîşan dan. Nifûsa Amedê 160000 e. Ji %98ê wan kurd in. Yên mayî polîs û leşker in. Li Amedê 1550 dibistanên dewletê  hene, hemû bi tirkî ne. Dibistanek tenê bi kurdî ye, ew jî me defakto vekirîye. Her weha mamoste Rifat Ronî behsa serpêhatîyên zarokatîya xwe kir û bi mînakan behsa bandora derûnî ya qedexebûna kurdî û ferzkirina tirkî kir.

Haydar Diljen, ji Skolverketê- Daîreya Giştî ya Dibistanan ya Swêdê: Diljen di axaftina xwe de behsa modela perwerdeya zimanê zikmakî ya Swêdê, rewşa kurdî û dibistanên defakto yên li Amed, Gever û Cizîrê kir.
Li Swêd ji sala 1977ê û pê ve ye ku perwerdeya zimanê zikmakî heye. Bi nêzî 100 zimanan ders tê dayin. Kurdî yek ji zimanên mezin e. Ji 10 hezaran pirtir zarok û ciwanên kurd kurdî dixwînin. Pirtûka dersê ya pêşî bi navê ”Em bixwînin” di sala 1985ê de wek pirtûka dewletê derket. Pirtûkên zarokan yên bi pîtên latînî yên pêşî li Swêdê hatin wergerandin û çap bûn. Wek nimûna; Pîppîya goredirêj, Alfons, Lotta… Di 1984ê de pêşdibistanek şemîyê vebû. Lê Tirkîyeyê protesto kir. Di destpêka salên 1980ê de sê kovarên zarokan derketin; Hêlîn, Hêvî, Kulîlk. Ev kovar, kovarên bi kurmancî yên bi pîtên latînî yên pêşî ne.

Ev model ji bo penaberan e û li Kurdistanê nikare pêk were. Ji ber ku kurd di welatê xwe de dijîn û divê hemû perwerde, ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi kurdî be. Lê mirov dikare ji tecrubeyên mamosteyan, amadekirina materyalan sûdê werbigire.

moa-haydar-bosporen

Min serdana dibistana defakto ya Amedê kir. Di her warî de bi rêk û pêk e. Lê dewlet li hacetan digere ku bigire. Lê kurd bi biryar in ku van dibistanan pirtir bikin. Pirsa kurd pirseke siyasî ye. Pêşeroja ziman û perwerdeya kurdî jî girêdayê çareserîya vê pirsê ye. Lê heta niha dewlet û partîyên siyasî samîmîyetek ji bo çareserîyê nîşan nedane. Loma kurd perwerdeya zarokên xwe bi xwe organîze dikin. Bi piştgirîya gelê kurd û we dê bi ser bikevin.

Sinem Vatanarttiran, ji Federasyona Komelên Kafkasîyan: Çerkez di sala 1860ê de hatine surgûnkirin. Çerkez li Turkîyeyê penaber in. Welatê wan yê esasî Bakurê Kafkasyayê ye. Berê dibistanên çerkezan hebûn. Di sala 1923ê de hatine girtin. Ê me lazan, gurcîyan û çerkezan ferqa me û kurdan heye. Em belav-belav in. Zimanê me winda dibe. Komelên me hene. Xêra pêvajoya aştîyê ya bi kurdan re mafê perwerdeyê dane me. Esas ev ne bes e, lê ku mirov vî mafî bide ber êşên ku me kişandine, tiştekî gelek mezin e, jib o me.

Di zimanê me de 60 deng hene. Ji wan 2-3 dengdar in, yên mayî dengdêr (bêdeng) in.

Encam

Konferans bi her awayê xwe bi rêk û pêk bû. Başdarîyeke baş ya ji Ewropayê, Tirkîyeyî û Kurdistanê hebû. Guhdar gelek konsantre bûn. Di konferansê de ji axaftinên sîyasî yên sloganwarî pirtir fakta û pêşnîyarên çareserîyê yên li ser bingeha zanistê hebûn.

Piştî konferansê, organîzator û rêvebirên konferansê ji me axaftvanan nirxandina konferansê tika kir. Min hemû nirxandin xwendin. Hemû beçdar ji konferansê gelek razî ne û berdewamîya konferansên weha dixwazin.                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                       Hemû Axaftin û belgeyên konferansê dê wek pirtûk bên weşandin.

grupp-bosporen

Ez ji endam û rêvebirên”Tora akedemîsyanan ya ji bo mafê mirovan” û Enstîtuya Raoul Wllenberg re; bi taybetî ji Seda Alp, Elçîn Aktoprak û Olgun Akbulut spas dikim ku wan konferansek weha astblind amade kir.

Haydar Diljen

6.12.2014, Swêd

Ji bo pirtir agehdarî:

http://anadilikonferansi.com/

http://www.bahcesehir.edu.tr/icerik/7777-konferans-uluslararasi-anadili-konferansi

Skriv ut