Spasdariyek germ ji beşdar û palpiştên konferansê re!

konferans06-12



Ez hêvîdarim piştî wan rojên konferansê yên tijî xebat, çalakî û întensîv hûn gişt gihaştin malên xwe û hinekî vehisiyan.Spas ji bo beşdarbûna we ya çalak ya di asta herî bilind de ku we di rojên konferansê de dilşadî û hevaltî kir serdest. Bê beşdarbûna we ya ji dil ya di nîqaş û xebatên konferansê de ne mimkun bû ku ev konferansa pêk bihata û ewqas serketî bûya.

konferans06-1

66 kes beşdarê konferansê bûn
Ji 27 şaredariyên Swêdê 60 mamosteyên kurdî, 3 nûnerên Skolverket, Dayreya Giştî ya Karûbarê Xwendegehan, parlamenterek kevn, lîngîvîstek û midûreka perwerdeya pirzimanî beşdarê konferansê bûn. Ji mamosteyan nêzî nîvî mamosteyên kurmancî, nîvî jî yên soranî bûn. Her weha ji mamosteyan 31 jin bûn. Di vê konferansê de hejmara mamosteyên kurmancê ji ya konferansên din zêdetir bû.

konferans06-11

Medya kurdî
Medya kurdî alaqeyek baş û germ ji bo konferansa me nîşan da. Rojnameyên dijîtal û yên din yên wek Azadiya Welat, Radyoya Dengê Amerîka ku di derbarê konferansê de nûçeyên berfireh  weşandin me navê wan di malpera xwe de nivisî. Mimkun e, me navê hinekan nedîtibe. Em carek din ji medya  kurdî re spasên xwe pêşkêş dikin.

konferans06-9

Nirxandina nivîskî
Min çavek li nirxandina ku we bi nivîskî kiribû gerand. We hem dereceyek gelek bilind daye konferansê hem jî çennd rexneyên gelek çêker û şiroveyên hêja kirine. Em ê bi awayekî gelek ciddî li ser nirxandina we rawestin ku em konferansa sala bê hîn baştir organîze bikin.

Ez ji nirxandinên we têdigihêm ku em bi hev re konferansek gelek bi serketî jiyan. Ev bi saya beşdarbûna we ya çalak û axaftvanên konferansê yên di beşên xwe de pispor bû.

konferans06-4

Axaftvanên konferansê
Axaftvanên konferansê gişt di beşên xwe de serketî bûn. Lê dîsa jî ez dixwazim spaseka mezin û taybet ji bo Emîrê Hessenpoor bişînim ku ji Kanadayê heta Swêdê hat û li ser standardkirina zimanê me gotareke gelek girîng û zanistî pêşkêş kir. Ez bawer im axftina Dr Emîr Hessenpoor fikrên nû li ba beşdarên konferansê peyda kirin.

Em ê li ser tevahîya konferansê û gotarên ku hatin pêşkêşkirin raporeke berfirehtir biweşînin.

konferans06-10

Wêneyên konferansê
Ez dixwazim hin wêneyên konferansê bi we re par ve bikim. Ku "facabook"a we heye, em dikarin li wir jî wêne û agahdariyên din bi hev re par ve bikin. Maîla (e-name) min ya "facebook"ê ev e:
Den här e-postadressen skyddas mot spambots. Du måste tillåta JavaScript för att se den.. Ji xwe navê gelekan ji we di lîsteya hevalên min yên "facebook"ê de heye. Ku hûn/hing "Haydar Diljen" binivîsin û di facebookê de lê bigerin hûn dê min bibînin.

konferans06-6

Malpera Dibistana Kurdî
Malpera Dibistana kurdî ji bo we mamosteyên kurdî, şagirdên we, malbatên şagirdan û kesên din yên ku bi ziman û perwerdeya kurdî ve mijûl in, e. Di onferansê de em Li se geşkirina malperê pir ranewestiyan. Ez hêvîdar im ku hûn hem bi fikrên xwe hem jî bi şandina materyal û xebatên xwe û şagirdên xwe hîn çalaktir beşdarê xebata malpera
www.diistanakurdi.com bibin. Her weha em amedekariyê dikin ku di rojên pêş me de redaksiyona malperê firehtir bikin.

konferans06-7

Herweha spas ji bo wan 27 şaredariyên Swêdê ku mamosteyên xwe şandin vê konferansê û mesrefa wan girt ser xwe. Spas ji bo Şaredariya Vesterosê mazûbaniya vê konferansê kir û Li ser navê Şaredariyê midûra Navenda duzimanî Karîn Broback bi awayekî aktîf beşdarî amadekirin û pêkanîna konferansê bû. Spas ji bo Skolverketê ku hem beşek ji mesrefên konferansê hilda ser xwe û hem jî bi 3 kesan beşdar bû û bi her awayê palpiştîya vê konfernsê kir.





konferans06-5

Bi silavên germ

 

27.09.2009
Redaktorê Malpera Dibistana Kurdî
Haydar Diljen

Skriv ut