Bernameya Konferansa Mamosteyên Kurdî ya şeşemîn diyar bû

Konferansa Mamosteyên Kurdî  ya şeşemîn di 24-25ê Îlona 2009ê de li Swêdê li bajarê Vesterosê (Västeråsê) dicive. Bernameya konferansê amede ye. >>>Serlêdan/anmälan

Ji Dayreya xwendegehan ya Swêdê jî muşawir Mats Wennerholm û Peter Fagerlund jî beşdarê konferansê bibin. Di konferansê de helbet em ê xebata perwerdeya kurdî binirxînin û li ser pêşniyarên baştirkirina perwerdeyê rawestin. Herweha awayên dersdanê yên pêşketî û materyalên nû jî dê bên nasandin.

Li gor peymaneka di navbera Şaredariya Vesterosê (Västerås) û Dayreya Giştî ya Xwendegehan (Skolverket) ya Swêdê divê Şaderadariya Vesterosê her sal konferensekê ji bo mamosteyên kurdî amade bike.  Ev peyman îsal hat nûkirin.

Komîteya rêvebir ya konferansê ji Karîn Brobäck, Mudûra Navenda Duzimanî ya Şaredariya Vesterosê (Centrum för tvåspråkighet), Sarko Amin, redaktorê projeya Fêrgeyî Zimanî Kurdî û mamosteyê kurdî, û Haydar Diljen, redaktorê malpera Dibistana Kurdî û mamosteyê kurdî, pêk tê.

Serlêdana konferansê divê bi rêya mudûriyetên perwerdeya zimanê zikmakî yên Şaredariyan an jî mudûriyetên dibistanan be.

Em ê ji bo konferansa 6:emîn jî ji mamosteyên herdu zaraveyên kurdî pirtir 80 mamosteyan bigirin. Em ê hewl bidin ku pirtir şaredarî beşdar bibin û herweha di navbera mamosteyên jin û mêr de jî balansek hebe. Herweha ku ji welatên din jî daxwaza mamosteyên kurdî ya beşdarbûnê hebe, em ê binirxînin.

Mesrefên konferansê li ser şaredarîyên ku mamosteyên xwe ji bo konferansê dişînin û Dayreya Dibistanan (Skolverket) ne. Şertên beşdarbûna konferansê yên aborî û yên din di forma serîlêdanê de (inbjudan och anmälan) hatine nivîsin.

>>>Serlêdan/anmälan
>>>Bername-ku
>>>Program-sv
>>>inbjudan/dawetiye-sv

Dibistana Kurdî/HD

Skriv ut