Amadekarîya Şeşemîn Konferansa Mamosteyên Kurdî dest pê kir

Şeşemîn  Konferansa Mamosteyên Kurdî  yên li Swêdê dê di 24-25ê Îlona 2009ê, li bajarê Vesterosê (Västeråsê) pêk were. 

Li gor peymaneka di navbera Şaredariya Vesterosê (Västerås) û Dayreya Giştî ya Xwendegehan (Skolverket) ya Swêdê divê Şaderadariya Vesterosê her sal konferensekê ji bo mamosteyên kurdî amade bike.  Ev peyman îsal hat nûkirin.

Ji bo Amadekirina konferensê komîteyek hatiye damezirandin. Komîte ji Karîn Brobäck, Mudûra Navenda Duzimanî ya Şaredariya Vesterosê (Centrum för tvåspråkighet), Sarko Amin, redaktorê projeya Fêrgeyî Zimanî Kurdî û mamosteyê kurdî, û Haydar Diljen, redaktorê malpera Dibistana Kurdî û mamosteyê kurdî, pêk tê.

Komîteyê di civîna xwe ye yekem de tarîxa konferansê destnîşan kir. Li gor biryara komîteyê konferans dê di 24-25ê Îlonê (september) de li Vesterosê pêk were.  Lê ji bo ku em bikaribin li Şaredariyeke din konferansê li dar bixin, em di nav hewldanê de ne.

Em niha li ser rojeva konferansê dixebitin. Di konferansê de helbet em ê xebata perwerdeya kurdî binirxînin û li ser pêşniyarên baştirkirina perwerdeyê rawestin. Herweha awayên dersdanê yên pêşketî û materyalên nû jî dê bên nasandin.

Ku pêşniyarên we yên di derbarê rojeva konferansê de hebin, ji kerema xwe heta  18ê gulanê ji me re bişînin.

Em ê di nêzîk de di van malperan de, bi kurdî û swêdî, agahdarîyên firehtir û forma serlêdanê biweşînin:
www.vasteras.se/cf2 
www.dibistanakurdi.com
http://modersmal.skolverket.se/sydkurdiska

Serlêdana konferansê divê bi rêya mudûriyetên perwerdeya zimanê zikmakî yên Şaredariyan an jî mudûriyetên dibistanan ve be.

Em ê ji bo konferansa 6:em jî ji mamosteyên herdu zaraveyên kurdî pirtir 80 mamosteyan bigirin. Em ê hewl bidin ku pirtir şaredarî beşdar bibin û herweha di navbera mamosteyên jin û mêr de jî balansek hebe.

Mesrefên konferansê li ser şaredarîyên ku mamosteyên xwe ji bo konferansê dişînin û Dayreya Dibistanan (Skolverket) ne. Em ê şertên beşdarbûna konferansê yên aborî û yên din di forma serîlêdanê de binivîsin û di malperên xwe de belav bikin. Helbet, wek konferansa sala borî, em ê ji mamosteyên ji derveyî Swêdê jî çend heban hilbijêrin î ji bo konferansê biezimînin.

Wek tê zanîn, ev konferansa mamosteyên kurdî yên li Swêdê bi însîyatîfa Şaredarîya Västeråsê û alîkariya Dayreya Perwerdeyê (Skolverket) ya Swêdê li Västeråsê dest pê kir. Loma ev konferens wek "Konferansa Mamosteyên Kurdî ya Vesterosê" jî tê bi navkirin.

Den här e-postadressen skyddas mot spambots. Du måste tillåta JavaScript för att se den. /Haydar Diljen 

Skriv ut