Pêncem Konferansa mamosteyên kurdî û hin encamên wê

Pêncem Konferansa mamostayên kurdî ya Vesterosê (Västeros) bi coşeka germ dest pê kir û bi coşeka germtir teva bû. Di konferansê de li ser gelek pirsên ziman û perwerdeya kurdî nîqaş hatin kirin û biryar hatin girtin. Yek ji biryarên girîng hilbijartina kordînasyoneka ji bo mamosteyên kurmancî ye.

Mamosteyên ku beşdarê konferansê bûn ji her çar parçeyên Kurdistanê û Anatoliya navîn bûn ku li Swêd, Almanya û Norweçê bi awayekî fermî dersa kurdî didin.

Spasiyeka mezin ji medyayê re

Ji Radyoya Swêdê Redaksiyona Kurdî Zana Serîn, ji destpêkê heta dawîyê konferens şopand û gelek hevpeyivîn çêkirin, û ji cihê konferansê bi awayekî zindî li ser konferansê raporek weşand.

Hin ajans û rojnameyên kurdî û swêdî yên digîtal û yên din bi awayekî gelek cidî li ser vê konferansê rawestiyan, nûçe û rapor weşandin. Çend ji wan ev in: Radyoya Swêdê Redaksiyona Kurdî-Zayele, ANF- Ajansa nûçeyan ya Firatê, Malpera Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten för Skolutveckling), Lotikxane, PUK-Mediya, Diyarname, Yeni Özgür Politika, Berroj, Gündem, Malpera Şaredariya Vesterosê (Västerås) û hwd. Em ji rêvebir û rojnamevanên van sazi û weşanan re spas dikin ku ciddiyet û girîngîya vê konferansê bi nûçe raporên xwe weşandin.

Kî li ser çi axifî?

Di konferansê de babetên ku li ser hat axaftin û kesên ku semîner dan yan jî nîqaş bi rê ve birin ev bûn:
 
• Vekirin, ji Navenda duzimanî ya bajarê Vesterosê (Västerås): midûr Karin Brobäck


• Li Swêdê perwerdeya zimanê zikmakî: do, îro û sibe: ji Dayreya giştî ya pêşvebirina
xwendegehan (Myndigheten för Skolutveckling) mişawîr  Mats Wennerholm

 
• Îmkanên alîkar yên înternetê yên ji bo perwerdeya kurdî: Kemal Mavane.

 
• Zaravayên kurdî: kurdîya başûr (sorani) Aso Germiyani.

 
• Kurdîya bakur (kurmancî): Remzi Kerim

 
• Zazakî (dimilî, kirdkî, kirmanckî): Haydar Diljen


• Perwerdeya kurdî li Norweçê: Hatice Demirbaş û Zekeria Omer


• Perwerdeya kurdî li Almanyayê: Emîn Akbaş


• Îmkanên ji bo hevdîtina şagirdan ya li ser welatan re: Mia Lindh, och Haydar Diljen

 
• Nasandina materyalên dersê yên nû: Misto Brodrêj, Marûf Yilmaz, Emîn Akbaş û Haydar Diljen. 


• Devoka behdînî Newzad Hirorî


• Laş û ragihandin Fadil Jaf
• Perwerdeya şagirdên xwedî astên cuda yên di heman grûbê de, Rewas Kader
• Di heman grûbê de perwerdeya şagirdên ji perçeyên Kurdistanê yên cihê- minaqeşe: rêvebir Tahsin Aslan


• Temaya zimanê zikmakî/Fêrgeyî zimanî kurdî, Serko Amîn
• Temaya zimanê zikmakî/Dibistana kurdî, H. Diljen


• Baştirkirina peywendîyên di navbera mamosteyên kurdî de, minaqeşe: rêvebir Serko Amin

Hema hema hemû babetên konferansê bi awayekî gelek bi rêkûpêk hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin. Ez bawer im, kurdên soran cara yekem kurdeka ji Anatolîya Navîn, ku bi devoka xwe peyivî guhdar kir û sempatîyek gelek germ jê re nîşan dan. Zaravayên kurdî, îmkanên guhertina şagirdan ya li ser sînoran re û projeya Amedê, devoka behdînî jî ji wan babetên ku herî pir bal kişandin bûn.

Nasandina materyalên dersê yên nû

Di grûba kurmancî de ev pirtûk hatin nasandin:

Pirtûka pêşdibistanê, Misto brodrêj
Pedagojî, Marûf Yilmaz
Zimanê me, Haydar Diljen & Sabîha Otlu


Pirtûkên Yekitiya Mamosteyên Kurd

Di grûba soranî de jî gelek materyalên ku Rêwas Kader û Şewket Amedî amede kirine û yên hin nivîskarên din hatin nasandin.

Gelek mamosteyan ya raste rast pirtûk kirïn, ya jî sîparîş dan.

Li ser pirsên konkret dîyalogên germ

Di konferansê de, çi di semîner û xebatên din yên di salonê de û çi jî li derveyî salonê, dîyalogên gelek germ di navbera mamosteyên kurdî de pêk hatin. Bi her awayî diyar bû ku pêwistiyeka mezin ya bi konferansên bi vî rengî yên profesyonel heye. Konferansên ku bi tenê bi armanca kompetensbilindkirina mamosteyan û pêşxistina perwerdeya kurdî tên lidarxistin û mamosteyên beşdar jî li gor vê armanca sereke tên hilbijartin, ne ku li gor fikrên wan yên siyasî yan jî li gor dilê kes yan jî sazî/û dezgehên organîzator.

Vê konferansê carek din diyar kir ku, mirov çiqas di warê hin pirsên siyasî de ji hev dûr be jî dikare li ser hin pirsên konkret yên neteweyî û pîşeyî di heman civînan de were ba hev û bi hev re dîyalogeka germ pêk bîne.

Wek me diyar kiribû, di vê konferansê de mamosteyên ji her çar parçayên kurdistanê ku li 3 welatên Ewropayê fîîlî mamostetiya kurdî dikin, beşdar bûn. Her kes beşdarî nîqaşan bû. Em du rojan bi hev re bûn. Vê rewşê ji bo dîyaloga di navbera kurdan de ya li ser pirsên neteweyî yên berbiçav hêviyek mezin da min.

Mamosteyên kurmancî kordînasyonek hilbijart

Ji bo xurtkirin û zindîkirina peywendîyên di nav mamosteyên kurmancî de kordînasyonek hat hilbijartin. Kordînasyon ji van 5 mamosteyan pêk tê: Remzî Kerîm, Saît Erdem, Haydar Diljen, Nevîn Baykal û Fatma Karakaya. Ev kordînasyon dê li ser hin pirsên ziman û perwerdeya kurdî amadekariyê bike, dema ku pêwîst be bi rêya teknolojiya ragihandinê bi mamosteyan re peywendiyan deyne û daxwaz û baweriyên wan bigîne raya giştî.

E-nameyên (mail) 150 mamosteyên ku fermî dersa kurdî didin li ba redaksiyona Dibistana Kurdî hene. Mamosteyên ku nameyên Dibistana Kurdî nagihên wan, ku ji me re e-nameyên xwe bişînin, ev kordînasyon jî dikare ji wan e-nameyan sûdê werbigire.

Hin taybetmendîyên vê konferansê:

1. Daxwaza hejmara mamosteyên ku beşdarî vê konferansê bibin ji ya konferansên berê pirtir bû. Hejmara konferansên berê di navbera 70-80 de bû. Ya vê konferansê 89 bû. Ji bo tunebûne cih, em mecbûr man ku hin mamosteyên ku rojên dawîyê serîlêdabûn li derveyî konferensê bihêlin.
2. Konferans ji aliyê şaredarîyekê ve hat amade kirin û Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Dibistanan jî bi awayekî fermî piştgirîya vê konferansê kir.
3. Bi vê strukturê, konferans, konferanseka fermî bû. Loma mamosteyên ku beşdar bûn, du rojan ji karê xwe yê mamostetiyê bi îzin hatin hesibandin û mesrefên wan û yên konferansê şaredariyan girt ser xwe.
4. Ji Almanya û Norweçê jî mamoste beşdar bûn û li ser rewşa perwerdeya kurdî ya van welatan agahî dan. Vê yekê naverokek navneteweyî da konferansê.
5. Li hin şaredarîyan, mamosteyên kurdî wek nûner/delege hatin hilbijartin û ji bo konferansê hatin şandin, bo nimûne Goteborg, li hin komunan jî hemû mamosteyên kurdî beşdar bûn, wek nimûne Vesteros (Västerås), Borlenge (Borlänge), Bollnes (Bollnäs), Jonkoping (Jönköping) Falun û hwd.


6. Îsal ji Şaredarîya Stockholmê, ku li Swêdê şaredarîya herî mezin e, ji Dayreya perwerdeya zimanê zikmakî- Språkcentrum, bêyî Keya Îzol kes beşdar nebû. Mudûriyeta perwerdeyê ji bo beşdarbûnê 2 roj îzin da mamosteyan lê xwe neda ber mesrefê wan yê konferansê ku ji bo her mamosteyî 1500 kron (nêzî 170 Evro). Ji ber jêkemiya butçeya midûriyetê gelek mezin e. Loma gelek mamosteyên ku li Stockholmê dixwastin beşdar bibin, nikaribûn beşdar bin.
7. Cara yekê zaravayê zazakî (dimilî, kirmanckî, kirdkî) ji bo mamosteyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û Anatolîya navîn hat nasandin.
8. Ji bo peywendiyên mamosteyên kurmancî kordînasyonek hat avakirin.
9. Ji bo hîn bi hêzkirina peywendîyên hemû mamosteyên kurdî sê mamoste hatin hilbijartin ku di înternetê de odeyeke înteraktif ava bikin. Di vê odê de mamoste dê zanîyarîyên xwe bi hev biguherin. Bi vî awayî dê îmkanên teknolojiya ragihandinê bixin ber destan. Mamostên ku hatine hilbijartinê ev in: Tahsîn Aslan, Şilêr, Maaruf Yilmaz.


10. Îsal, di vê konferansa pêncemîn de, xebatên konferansê yên hevbeş, ango yên bi hev re yên mamosteyên kurmancî û soranî dirêjtir bûn.Roja pêşî û beşek roja duyem hemû xebat di heman salonê de bi hev re hat meşandin.
11. Cara yekem ji bo mamosteyên kurmancî, li ser devoka Behdînan semînerk hat dayin. Semîner ji aliyê Newzad Hirorî ve hat dayin û gelek bi rêk û pêk bû.

Di perwerdeyê de “kurdîya standard” tê çi wateyê?

Di grûba kurmancî de li ser vê pirsê nîqaşên gelek germ û bi berhem hatin kirin. Di grûbên perwerdeyê yên kurmancî de kurdên ji Başûr, Başûrê rojava, Bakur, Rojhelat, Anatoliya Navîn, Kafkasyayê û yên ku li Ewropayê çêbûne hene. Gelo wek mamoste mirov di dersê de çawa bike ku ev hemû şagirdên me kurdîya xwe wek beşek ji kurdî bibînin?

Li ser van xalan lihevhatineka bi giştî pêk hat:
• Divê şagird bi awayekî azad di dersê de devoka xwe bi kar bîne.
• Divê mamoste bi awayekî pir eşkere diyar bike ku ji bo devoka şagirdan rêzê digire.
• Divê hevwateyên (mane) bêjeyan bên hîn kirin. Divê mamoste meraq bikin ku devokên şagirdan hîn bibin û bêjeyên wan bi kar bînin.
• Di warê rêziman yan jî rastnivîsê de hêdî hêdî xebata standardiyê bê kirin. 

Em ê di paşerojê de li ser vê babetê bi mamosteyan re hevpeyivînan bikin û nivîsên hîn dirêjtir biweşînin.

Spas ji beşdar û alîkarên konferansê re

Em ê di di demeka kurt de dokumentasyonê vê konferansê bi kurdî û swêdî  biweşînin. Em carek din spasîyên xwe ji mamosteyên kurdî kû beşdarê vê konferansê bûn, ji rayedar û karmendên Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê, rayedar û karmendên Navenda duzimanî ya şaredariya Vesterosê (Västerås), hemî semînerdarên konferansê-(li programê binêre), xwedî û karmend û karkerên Otêla Ta Înnê, xwedî û karkerên Restoranta Realê dikin ku bi alîkarî û xebata xwe ya jidil dereceya profesyonalîya vê konferansê bilindtir kirin.

Nirxandina konferansê:

Beşdarên konferansê formeka nivîskî ya nirxandina konferansê dagirtin. Me ev nirxandina beşdaran xwend. Beşdar bi rêjeyeka bilind ji konferansê razî ne. Em ê detayên vê nirxandinê paşê biweşînin. Hin tiştên ku ji bo baştirkirina konferansên pêşerojê pêşkêş  kirine jî em ê di xebata konferansên pêşerojê de bi kar bînin.

Dokumentasyona konferansê û surprîzek

Em wek rêveberîya konferanse, ango Navenda Duzimanî ya şaredariya konferansê, em ê bi şandina dokumentasyona konferansê û diyarîyeke dilxweşker ya surprîz jî spasên xwe pêşkêşî beşdarên konferansê û nûnerên çapemenîya ku ev konferans bi awayekî bi rêkûpêk şopandin bikin. Li hêviya postê bin!

Konferansa şeşem dê li ku çêbe?

Ev konferansên salane yên mamosteyên kurdî dê berdewam bin. Li gor peymaneka ku di navbera Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê û Navenda duzimanî ya Şaredarîya Vesterosê (Västerås) de vê konferansê organîze bike. Ji organîzekirina konferansê Midûra navenda Duzimanî Karîn Brobäck, redaktorê  malpera Dibistana Kurdî Haydar Diljen û yê Fêrgehî Zimanî Kurdî Serko Amîn berpirsiyar in.

Ku şert guncav bin û hikumeta herima Kurdistanê xwe bide ber, em bi kêfxweşî dixwazin konferansa şeşem li Başûr çêkin. Lê ku nebe, em dixwazin li bajarekî din yê Swêdê çêkin. Ji nihave, bajarê Malmo (Malmö) û Jonkopingê (Jönköping) daxwaza organîzekirin yan jî alîkariya xwe ya ji bo organîzekirina konferansa şeşê ji me re gotine.

Wek tê zanîn, me ji bo vê konferansê, ango konferansa şeşê jî serî li Wezareta Perwerdeyê ya Herêma kurdistanê dabû. Wezîrê perwerdeyê pêşî sînyalên gelek erênî ji me re şandin. Lê paşê got, “pereyên me tunene”. Nîvê mesrefa konferansê jî Dayreya giştî ya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê girtibû ser xwe. Em projeya konferansê ya ku me bi kurdî (kurmancî û soranî) û îngilizî nivisîbû û ji wezîrata perwerdreyê ra şandibû jî diweşînin.


12-05-2008
Haydar Diljen
Rêvebirê konferansê û redaktorê Dibistana Kurdî

 >>>Wêneyên konferansê

Skriv ut